Teqîn li Kerkûkê; 2 pêşmerge şehîd bûn û 11 pêşmerge jî birîndarin
Jêderekê agahdar ji PNA re ragihand: duh li nawçeya pîşesazîya Kerkûkê ya li başûrê evî bajarî bombeyek bi otombêla hêzên pêşmerge de teqiyaye û li gor amarên nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê di encama teqînê bombê de 2 pêşmerge şehîd bûne û 11 pêşmergeyên dinê jî birîndar ketine.
Li gor zanyarîyên PNA, birîna hindek ji birîndaran dijware û niha li nexweşxaneya Azadî ya kerkûkê dihêne dermankirin.
