• Saturday, 14 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê: Me bi ti awayî nefta xwe nefirotiye Îsraîlê

Herêma Kurdistanê: Me bi ti awayî nefta xwe nefirotiye Îsraîlê
Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ragihand, Herêma Kurdistanê bi ti awayî nefta xwe nefirotiye Îsraîlê.

Piştî ku ajansa Reutersê ragihand ku gemiyeke hilgirê nefta Herêma Kurdistanê çûye Îsraîlê, ev yek rastî nerazîbûna hikûmeta Iraqê hatibû û ragihandibû, ev çendîn car e Herêma Kurdistanê neftê difroşe Îsraîl.

Li ser vê yekê, çavkaniyekî ji Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got, me bi ti awayî, ne bi awayekî rasterast ne jî nerasterast nefta xwe nefirotiye Îsraîl.

Wî jêderî her wiha ragihand, ew nûçeyên ku di medyayê de tên belavkirin jî ji bona “zêdetirkirina aloziya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê” tên belavkirin, vê yekê jî bêyî ku ti belgeyek di destê wan de hebe dikin.

Rudaw
Top