Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir
Li hevdîtinê de rewşa emnî û siyasiya Iraqê û pêşhatên vê dawiyê ya parêzgehên Nînowa û Selahedîn û navçeyên dinê Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û her wiha di derbarê çawayiya çareseriya derbasbûna Iraqê ji wê qeyrana siyasî û emniya mezin guftûgo kirin ku Iraq tûş bûye û her dû alî li ser ewe hevrebûn ku ewê rewşa emniya Iraqê berev baştirbûnê biçê, pêwîste proseya siyasiya Iraqê bê rast kirin.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku siyaseta şaşiya Hikûmeta Iraqê li çend salên derbasbûyî vê rewşê pêkaniye û bi pêwîstî jî zanî ku her çareseriyekî siyasî divê li bin ronahiya wê rastiya nû bê ku li Iraqê da pêkhatiye.
