• Saturday, 14 February 2026
logo

Sîstanî û Obama Daxwaza Pêkanîna Hukûmetê Dikin

Sîstanî û Obama Daxwaza Pêkanîna Hukûmetê Dikin
Duh serokê Amerîka di dîdarekî de bi CNN re daxwaz ji serkirdeyên Iraqê kir, ku hevdu bigirin û çareseriyeka siyasî ji bo kirîza navxweyî pêşkêş bikin.

Serokê Amerîka ragihand, ku nabe rêya leşkerî bihê bikaranîn û got jî: ew dixwaze Kurd û Şî`e û Sunne li Iraqê bi hev re bin.

Mezine Oldarê Şî`eyan Elî Sîstanî jî daxwaz ji alîyên siyasîyên nava qada siyasîya Iraqê kir, ku hukûmeta nû ya Iraqê bi zutirîn dem pêk bihînin û xwe ji şaşîyên berî niha dur bixin.
Top