• Saturday, 14 February 2026
logo

Kiliçdaroglu: Divê çarçoveyek qanûnî ji pêvajoyê re were danîn

Kiliçdaroglu: Divê çarçoveyek qanûnî ji pêvajoyê re were danîn
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî ya Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, diyar kir ku pirsgirêka kurd li Tirkiyê bi kesekî tenê nayê çareserkirin û got, divê pêvajoya aştî û çareseriyê bibe qanûnî.

Serokê Giştî yê CHPê, Kemal Kiliçdaroglu li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê beşdarî civîna bi navê “Diyalogên Tîgrîsê” bû.

Kemal Kiliçdaroglu, behsa pêvajoya aştî û çareseriyê kir û got, min sala 2012an ji Serokwezîrê Tiriyê Receb Tayîb Erdogan re got were em komîsyoneke lihevhatinê li nav parlamentoyê de ava bikin ji ber ku li pişt deriyên girtî çareseriya demokratîk çênabe û divê çarçoveyeke qanûnî ji pêvajoyê re were danîn.

Kiliçdaroglu, anî ziman ku Erdogan gellek hêvî dane xelkê ji ber wê jî eger pirsgirêka kurd çareser neke wê demê dê felaket çêbibe.

Serokê Giştî yê CHPê, gazinde li xelkê Bakûrê Kurdistanê bi taybet malbatên mexdûr ên gundê Roboskiyê jî kir û got, CHP êdî ne CHPa salên 1930an e ji ber ku heta niha CHPê gellek caran mafên kurdan parastiye û gellek pêşniyar ji bona nehîştina sîstema cerdevaniyê, peydakirina encamderên bûyera Roboskiyê, pêkanîna mercên xweseriyê û gellek pêşniyarên pêşkêş kiriye lê gelê herêmê dengên xwe didin AKPê.

Hat gotin, Kemal Kiliçdaroglu dê piştî civînê serdana Waliyê Amedê û Hevşaredarên Amedê jî bike.

Rudaw
Top