‘‘Hikûmeta Kurdistanê dê petrola Kerkûkê bifroşe’‘
Fuad Husên gotina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya 'Êdî Iraqa piştî Mûsilê û beriya Mûsilê heye' bi bîr xist û got: 'Ev gotin xwediyê wateyên cuda ne. Birêz Barzanî pêşeroja Iraqê wiha dibîne: Iraq an dê bibe sê herêm ku lê federatîfiyeke rastîn heye, yan jî dê bibe sê dewlet ku ji Kurd, Şîe û Suniyan pêk tê. Di rastiyê de Iraq bi fiilî bûye sê perçe. Dewlet ji hêza van sê herêman pêk tê.'
Dr. Fuad Huseyîn debarê dagirkirina Mûsilê ji aliyê çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ), geşedanên li welêt, pêvajoya çareseriyê û firotina petrola Herêma Kurdistanê de ji AA’yê re axifî.
'Em ê petrola Kerkûkê bifroşin'
Husên diyar kir ku piştî vekişîna artêşa Iraqê kontrola Kerkûkê ketiye destê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û wiha axifî: 'Kerkûk perçeyekî herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Îdareya Kerkûkê niha di destê Kurdistanê de ye. Ji ewlekariyê bigire heta pêdiviyên gel di destê Kurdistanê de ye. Bexda nikare pêwistiyên gel pêk bîne û budçeyê bişîne. Hikûmeta Kurdistanê dê petrola Kerkûkê bifroşe û pê pêdiviyên gel pêk bîne.'
Fuad Husên wiha dirêjî bi axaftina xwe da: 'Îdareya bajarên ku ketine destê hêzên çekdar rastiyek e. Lewra artêşa Iraqê têk çû. Hikûmeta Iraqê jî ne di wê rewşê de ye ku îdare bike. Li navçeyên din ên Bexdayê ji bo parastina herêman komên ku ji Şîeyan pêk tên hatine avakirin. Di bin destê Malikî de jî hêzên leşkerî û rêxistin hene. Lê nikarin herêman biparêzin û kontrol bikin.'
'7 meh berê hişyarî da Malikî'
Husên der barê axaftina bi têlefonê ya di navbera Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden û Barzanî de jî got:' Bîden ji Barzanî daxwaz kir ku divê hewl bidin li Iraqê hikûmet ava bibe. Wekî din jî Bîden got ku Amerîka amade ye bi her awayî alîkariyê bide Kurdistanê.' Fuad Husên destnîşan kir ku rewşa li Iraqê encama polîtîkayên şaş e û da zanîn ku Barzanî 7 meh berê hişyarî daye Malikî.
Husên wiha pêde çû: 'Rewşa li Iraqê tawanê hikûmeta Bexdayê ye. Bi taybetî ya Serokwezîr Nûrî Malikî ye. Dema li Enbarê bûyer derketin Barzanî li Malikî geriya û got ku bila guh bide daxwazên Suniyan. Wekî din jî got ku Kurdistan bi hemû hêzên xwe yên pêşmergeyan amade ye. Lê mixabin Malikî ji ber kibra xwe guh neda hişyariyan. Niha jî dibêje amade me ku daxwazên Suniyan pêk bînim.'
Fuad Husên diyar kir ku piştî êrîşên DAÎŞ’ê yên ser Mûsilê hikûmetê bi fermî ji Kurdistanê piştgirî xwest û wiha axivî: 'Bi rêya ofîsa Serokwezîrê Iraqê bi min re axifîn. Rêveberê ofîsê li ser navê Malikî ji Serokê Kurdistanê piştgirî xwest. Ciyên ku artêşa Iraqê têk çû û bela bû, bila Pêşmerge herin û piştgiriyê bidin. Ji bo Kerkûkê jî piştgirî xwestin. Li ser vê Serok Barzanî emir da û li ciyên Kurdan ên ku li derveyî Kurdistanê mane kontrol hat bidestxistin. Pêşmergeyan jî kontrol bi dest xistin. Niha jî ciyên ku dibêjin herêmên binîqaş in di destê Hêzên Pêşmerge de ne.'
Huseyîn diyar kir ku têkiliya Herêma Kurdistanê bi rêxistinên terorê û DAÎŞ’ê re tuneye û got: 'Rêvebiriya Kurdistanê bi rêvebiriyên ku ketine destê rêxistinên terorê re nakeve têkiliyên siyasî. Lewra kes wan nas nake. Her kom xwediyê rêvebirekê ye. Lê ev dîsa bûn realîte. Armanca me we e ku em gelê xwe ji êrîş û metirsiyan biparêzin.'
'Hinardekirina petrolê berdewam e'
Husên derbarê hinardekirina petrola Kurdistanê de jî wiha axivî: 'Firotin li gor destûra bingehîn e. Armanca Bexdayê tenê astengkirin e. Tirkiyê evna fam kir. Bexda naxwaze Kurdistan heqê xwe yê aboriyê bi dest bixe, astengiyan derdixe. Di firotina petrolê de jî vê nadike. Tirkiyê di vî warî de alîkariya Kurdistanê kir û hinardekirina petrolê berdewam e.'
Basnews
