• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva gefên li ser Kurdan da

Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva gefên li ser Kurdan da
Serokatiya Herêma Kurdistanê beyannameyek derbarê wan gefên ku li Bexda û navçeyên din ên Iraqê li Kurdan tên xwarin belav kir.

Beyannameya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye:

Piştî bûyerên vê dawiyê yên Mûsilê û navçeyên naverasta Iraqê, emîndarê giştî yê wan grûpa ku xwe wek Esayib Ehil el-Heq dide naskirin, Qeys Xezealî, dest bi gef û daxuyaniyên şovenî yên hişk û bi kîn beramber Kurdên şîniyên Bexda û navçeyên din ên Iraqê kirine. Navhatî bi van daxuyaniyan tenê ranewestiya ye û endamên grûpa xwe teşwîq dike ku li wan navçeyan êrîşî Kurdan bikin û êrîşên xwe di ragihandinê de belav bikin.

Xelkên Kurdistanê çav li rê ne ku lêvegerên Şîe yên birêz û partî û kesayetiyên Şîe li Bexda û Başûrê Kurdistanê, rola xwe bibînin û rê nedin wan dengên nexweş ku bibin gef li ser tebayî û pêkvejiyanê û wan kesan bêdeng bikin ku dixwazin fitnê bikin.

Kesekî wek Qeys Xezealî ku her kes dizanê bê çi dîrokeke wî heye, ticarî nikare Kurdan bitirsîne, lê em bi aşkere dibêjin her tiştk çêbibe berpirsiyariya wê dikeve stûyê navbirî.

Pêwsîte hikûmeta Iraqê berpirsiyariya xwe derbarê parastina Kurdên Şşêniyên Bexda û navçeyên din ên Iraqê û tevaya welatiya bi başî cî bi cîbike û cihê pirsaiyarê ye ku çawa li paytexta welat grûpek bikare bi awayekî aşkere gefan li welatiyan bixwe.?

Basnews
Top