• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî hevpeymaniya Mutehîdun kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî hevpeymaniya Mutehîdun kir
Êvariya duh pênçşem 19.06.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Usame Nuceyfî Serokê Hevpeymaniya Mutehîdun û şandêkî li gel kir.

Li hevdîtinê de pêvajoya siyasî û emnî û ew qeyrana mezina ku niha Iraqê li girtiye xistin ber behs û guftûgoyê û rewşa nebaşa emnî ya navçeyên rojavayê Iraqê hate nirxandin.

Her li vê hevdîtinê de her dû alî li ser ewe hevre bûn ku pêwîste hemû kêşeyên Iraqê bi rêya siyasiyane bêne çareser kirin û hemû aliyek jî ji bo berengarbûna terorê hevkar bin.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî tekez kir ku pêwîste cûdahiya li navbera karê terorîstî û daxwazên rewayên birayên Sûnne bê kirin û Herêma Kurdistanê amadeye li gel birayên Şî'e û Sûnne rûbirûyê terorîstan bibe. Lê belê tu demekî nakevin şerek ku li bin perdeya şerê terorê da şerê tayîfeyek bê kirin.

Serok Barzanî tekez jî kir ku ev qeyrana niha tenê bi rêya serbazî nayê çareser kirin belku divê sedemên wê bêne çareser kirin û proseya siyasî bê rast kirin.

Her li vê hevdîtinê de astengiyên li ber proseya siyasî û rûniştina bê ya Encûmena Nûnerên Iraqê xistin ber behs û tekez jî kir ku bi navê gihîştina bi çareseriya kêşeyên Iraqê guftûgo û peywendî berdewam dibin.
Top