Obama Ji Malikî Re: Dema Piştevanîyê Çû
Obama Di evê kombûnê de pêşinyar kiriye, ku kar ji bo razîkirina Malikî bikin, ji bo ku postê serokê wezîran bihêle.
Sky News belavkiriye, ku duh Barak Obama di bareya şerr û kirîza Iraqê de, kombûn bi berpirsên mezinên Kongiresa Amerîka re saz kir û di evê kombûnê de, berpirsên hukûmeta Amerîka rexneyên tund li siyaseta desthilatdariya Malikî girtin û Malikî neşiya arîşeyên tayefî çareser bike û çekdarên tundkar jî, ev yek weke derfet bikaranîn.
