Li Qeretepe hêzên pêşmerge ligel serok hozên ereb re civiyan
Berpirsê nawçeya Qeretepe ya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Sebah Birayetî di bêjedanekê de bo PNA di evê bareyê de ragihand:´´ îro fermandeyên hêzên pêşmerge li Qeretpe ligel serok hozên erebên Sune li evê nawçeyê kom bûn bi mebesta dirustkirina hemahengîyê di navbera wan de bo rûbirûbûna çekdarên terorîst li deverê.´´
Sebah Birayetî herwiha got:´´ di kombûnê de fermandeyê hêzên pêşmerge daxwaz ji serok hozan kir ku çavvekirî bin û bi hîç şêweyekê rê nedin kes alîkarîya çekdarên terorîstî bide.´´
Amaje bi ewê jî da ku fermandeyê hêzên pêşmerge li devera Qeretepe ji serok hozan re ragihnadiye ku eger kesanek li evê nawçeyê alîkarîya çekdarên terorîst bidin, ewa hingê rewşa nawçeyê dê berev alozîyê ve here û hêzên pêşmerge dê bi tundê bersivê bidin.
