Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir
Birêz Serokê Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Pîrozbahiyê li we û hemû endamên kabîneya nû ya Hikûmetê dikim ji bo bi destanîna baweriya endamên Parlemena Kurdistanê û destbikarbûna we ya li kabîneya heştema Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Hêvdarim li erka girîng û hestiyar da serkeftî bin û şiyana xwe ji bo xizmeta gel û welatê bixin holê.
Niha welatê me li qonaxekî nû da derbas dibe û erkê we jî girantire, daxwaz dikim hemû aliyek hevkar bin û li asta raperandina wê erka neteweyî û nîştimaniya girîng da bin ku ew qonaxa nû ji me dixwaze. Pêwîste bi yek tîm û ruhê hestkirina bi berpirsiyarêtiyê beranber gel û nîştîmana me kar bikin û li demek da berdewamiya hengavên kabîneyên berê yê Hikûmeta Herêmê didin, heman demî de ji bo zêdetir pêşxistina welatê me û dabînkirina jiyanekî aram û serbilindane ji bo hemwelatiyan, bi bernameyekî hevbeş hengavên mezin bavêjin.
Her ji vir ver destxweşiyê li kabîneya hefta Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim û spasiya westabûna we dikim, we erkekî zêde kêşa û cihê destê we diyare.
Her şad û serkeftî bin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19/06/2014
