Hikûmeta Kurdistanê benzînê ji Tirkiye û Îranê tîne
Cîgirê Serokê Lijneya Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê Dilşad Şaban da zanîn ku ji bo krîza benzînê ligel Encûmena Wezîrên Kurdistanê ketine têkiliyê û got: ‘’Encûmena Wezîran bersiva me da û îro serokwezîr, cîgirê wî û wezîrê çavkaniyên xwezayî ligel hersê parêzgarên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê ji bo çareserkirina krîzê dicivin.’‘
Dilşad Şaban diyar kir ku niha beşa benzîna Kurdistanê ji Bêcî nayê û wiha axifî: ‘’Niha ji rafîneriya Kelek benzîn tê. Herêma Kurdistanê bi tevahî piştê bi benzînxane û rafîneriyên xwe girêdide, berî bûyerên Mûsilê çêbibin jî benzîna me têra hemû Kurdistanê dikir, lê niha pirsgirêk derketiye.’‘
Şaban da zanîn ku niha benzîna Kurdistanê diçe ji navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya herêmê jî û wiha pêde çû: ‘’Nevçeyên ser bi Kerkûk û Mûsilê berê ji Bêcî benzîn ji wan re dihat, niha rafîneriya Bêcî rawestiya ye, loma ew jî pişta xwe bi Herêma Kurdistanê girêdidin, ji ber vê jî niha hinekî pirsgirêk heye.’‘
Şaban axaftina xwe wiha qedand: ‘’Di civîna îro ya hikûmet û parêzgaran de biryareke girîng tê wergirtin. Pêşbînî dikim ji bo anîna benzînê, hinek rêkeftin ligel welatên cîran wek Îran û Tirkiyê bên îmzekirin bo kirîna benzînê, eger na emê petrola xam ji wan re bişînin daku ew jî benzînê bidin me.’‘
Basnews
