Dibe ku yekem civîna Parlamentoya Iraqê li Hewlêrê be
Parlamentera Kurd li Parlamentoya Iraqê, Ala Talebanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “Em dê beşdarî rûnitşina yeke ya parlametoya Iraqê bibin, li gor parlamentoyê jî pêwsîte Serokomar daxwaza encamdana vê rûniştinê bike, niha jî desthilat di destê Xuzêr Xuzaey de ye ku ew parlamenteran vexwîne bo rûniştina yekem.”
Herwiha Ala Talebanî da zanîn ku “Dibe ku yekem rûniştina Parlamentoya Iraqê li Hewlêrê birêve biçe, ji ber ku li gor destûrê, Parlamentoya Iraqê dikare civîna xwe li her cihekî bike, bi taybetî ku niha bi sedema xirabiya rewşa ewlekariyê li Bexdayê dibe ku hinek parlamenter û bi taybetî yên parêzgehên Sunnî nikaribin herin Bexdayê.”
Herwiha endama Parlametoya Iraqê diyar kir ku: “Ji bilî ku dibe parlamento wê biryarê bide ji aliyê ewlekariyê ve, lê roja yekem gelek girînge, eger her endamek sûnda yasayî nexwe navnê endamtiyê wernagirie.”
Rudaw
