• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokwezîr û cîgirê wî û wezîrên nû sûnda yasayî xwarin

Serokwezîr û cîgirê wî û wezîrên nû sûnda yasayî xwarin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cîgirê serowkezîr Qebad Talebanî û wezîrên kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê îro, Çarşemê, li Parlamentoya Kurdistanê sûnda yasayî xwarin.

Berî sûndxwarinê, parlamenteran deng dan wezîrên kabîneya heştem yek bi yek û encamên dengdanê wiha bûn:

Sînan Çelebî, Wezîrê Dad, 79 deng belê, 3 deng nexêr

Mistefa Seyid Qadir, Wezîrê Pêşmerge, 78 deng belê, 6 deng nexêr

Kerîm Şingalî, Wezîrê Navxwe, 87 deng belê, 4 deng nexêr

Rêbaz Mihemed, Wezîrê Dad û Aborî, 86 deng belê, 6 deng nexêr

Aştî Hewramî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî, 83 deng belê, 3 deng nexêr

Rêkewt Heme Reşîd, Wezîrê Tenduristiyê, 83 deng belê, 3 deng nexêr

Piştîwan Sadiq, Wezîrê Perwerde, 89 deng belê, 3 deng nexêr

Derbaz Kosret Resûl, Wezîrê Avedanî û Niştecîbûnê, 90 deng belê, 3 dengê nexêr

Newroz Mewlûd, Wezîrê Şardarî û Geştûguzarê, 89 deng belê, 3 deng nexêr

Yûsif Mihemed, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, 92 deng belê, 3 deng nexêr

Elî Sindî, Wezîrê Pilandananê, 90 deng belê, 3 deng nexêr

Mihemed Qadir, Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî, 95 deng belê, 3 deng nexêr

Xalid Doskî, Wezîrê Rewşenbîriyê, 90 deng belê, 3 deng nexêr

Mehmûd Salih, Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan, 92 deng belê, 3 deng nexêr

Ebdulsetar Mecîd, Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê, 90 deng belê, 3 deng nexêr

Samal Serdar, Wezîrê Bazirganiyê, 87 deng belê, 5 deng nexêr

Jonson Siyaweş, Wezîrê Veguhestin û Gehandinê, 84 deng belê, 5 deng nexêr

Kemal Muslim, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî, 74 deng belê, 5 deng nexêr

Selahedîn Babaekir, Wezîrê Elektrîkê, 82 deng belê, 4 deng nexêr

Mewlûd Bawemira, Wezîrê Herêm, 90 deng belê, 3 deng nexêr

Ebdulrehman Ebdulrehîm, Wezîrê Herêm, 88 deng belê, 3 deng nexêr

Rudaw
Top