Nêçîrvan Barzanî sipasiya kar û cidîbûna Îmad Ehmed dike
Birêz Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr yê kabîneya heftem
Îro karê kabîneya heftem a hikûmeta herêma Kurdistanê bi dawî hat, di vê rojê de, yek ji wan kesên ku, divê gelek sipasiya wî bê kirin, ji ber karirina bicidî û meydanî di rêvebirina karûbarên hikûmetê de hûn yên birêz in. Bi rastî, we, weke cîgirê serokwezîran, di warê kêmkirina xerciyan de û di dirustkirina aqarekî minasib bo hevkarî û bi hevrekarkirina hemû wezîran û hemû hevkarên civata wezîran roleke giring hebû.
We yên birêz, weke kesekî jîhatî yê neteweya me, beşek mezin ji jiyê xwe ji bo miletê xwe dana û wek pêşmergeyek kar kir, di rêvebirin û avadankirina Kurdistanê jî de we roleke ber bi çavan hebû. Di nava wan du deman de; demekê li kabîneya pêncem û li kabîneya hefrem a hikûmeta herêma Kurdistanê me bi hev re kar kir, we bê rawestan ji bona pêşxistina Kurdistanê kar kir, ji ber hindê karên we û cidiyeta we di karî de cîyê destxweşî û sipasiyê ye û her serkeftî bin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
17.06.2014
