Se`dîye… Êrîşekî Çekdarên Da`iş Ji Bo Ser Hêzên Pêşmerge Şikestin Xwar
Di evê bareyê de, jêderekî berpiris ji hêzên pêşmerge ji PNA re ragihand, ku duh êvarî çekdarên Da`iş êrîşî ser bregehekî hêzên pêşmerge yê di navbera bajêrê Se`dîye û Celewla de kirin û di encam de, 2 pêşmerge şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn û 6 çekdarên Da`iş jî hatin kujtin.
Weha jî da zanîn, ku şerrê han heta demjimêr 4î serê sibê berdewam bû û çekdarên Da`iş di evî serrî de, şîkestin xwarin.
