• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî naveroka telefona xwe ya dawî ligel Malikî aşkere dike

Barzanî naveroka telefona xwe ya dawî ligel Malikî aşkere dike
Di civîna wî duh a ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê de, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di nava axaftinên xwe yên li ser pirsgirêkên niha yên Iraqê de behsa peywendiyeke telefonî kir ku navbera wî û serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî çêbûye.

Barzanî dibêje “Berî 6 mehan dema Malikî serdana Amerîka kir, em bi telefonê ligel hev axifîn. Wê demê min ji Malikî re got ku rewşa Mûsilê gelek metirsîdar e û çekdar dikarin ewlekariya welat têk bidin”. Di bersivê de Malikî gotiye “Haya te ji Kurdistanê hebe û rewşa xwe biparêzin, ji ber Iraq xwedî artêşeke bihêz e û dikare xwe biparêze”.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku wî heman tişt ji cîgirê serokê Amerîka John Biden re gotiye û di serdana Fransayê de ji rayedarên wî welatî re jî gotiye.

Barzanî dibêje “li ser vê meselê wezîrê derve yê Fransa telefona wî kir û gotiye axaftinên te rast derketin”.

Roja duşemê wezîrê derve yê Fransa telefona serokê Herêma Kurdistanê kiribû.

Rudaw
Top