“Bîrên neftê yên Kerkûkê bi xeta petrola Herêma Kurdistanê ve tên girêdan”
Ji ber valahiya ewlehî û siyasî ya ku di encama êrişên rêxistina bi navê DAIŞê de li parêzgeh û bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê çêbûye, hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ew der xistine bin kontrola xwe û li gorî daxuyaniyên rayedarên siyasî û leşkerî yên Herêma Kurdistanê, hêzên Pêşmerge êdî li Kerkûkê dernakevin.
Lê ajansa Reutersê, nûçeyek girîng li ser qedera nefta Kerkûkê belav kir û ragihand, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî, di kevanê komcivîneke taybet de li ser enerjiyê ku li paytexta Brîtanyayê, London, hat lidarxistin, ragihandiye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bîrên neftê yên Kerkûkê bi xeta petrola Kurdistanê ve girêdide.
Aştî Hewramî her wiha diyar kiriye ku ev yek ji bona wê têkirin da ku nefta Kerkûkê jî bo Tirkiyê were hinartin û li wir jî derbasî bazarên cîhanê bibe.
Ji ber teqandina boriya nefta Kerkûk-Cêyhanê ji aliyê komên çekdar ve ji meha Adara îsal ve hinartina nefta Kerkûkê bo Tirkiyê hatiye sekinandin.
Rudaw
