‘‘Îran amade ye çekan bide Hêzên Pêşmerge’‘
Derbarê pêşketinên dawî de Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax ji medyayê re axivî û got: ‘‘Şanda Herêma Kurdistanê di civîna bi Serokê Encûmena Ewlekariya Netewî ya Îranê Elî Şemxanî re li ser çend dosyeyên Îraqê û bi taybet rûbirûbûna bi terorê re axivîn.’‘
Debax eşkere kir ku rayedarên Îranê bi awayekî erênî nêzîkê helwêsta Herêma Kurdistanê û tevger û cêgirbûna hêzên Pêşmergeyan li navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya herêmê û herwiha rêgirtina berfirehbûna desthelata çekdarên ser bi grûbên radîkal bûne.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê wiha axifî: Rayedarên Komara Îslamî ya Îranê ji bo ku Herêma Kurdistanê li dijî çekdarên nav İraqê raweste, berdewam amade bûn û niha jî amade ne di ware lojîstikê de hevkariya Herêma Kurdisanê bikin.’’
Di berdewamiya axaftina xwe de Debax da zanîn ku eger rayedarên Herêma kurdistanê bixwazin, Îran amade ye di warê lojîstik, çek û teqemeniyan de hevkariya Hêzên Pêşmergeyan bike û axaftina xwe wiha qedand: ‘‘Lê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya vê carê de ew daxwaz nekir.’‘
Hêjayê gotinê serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Îranê rojekê berdewam kir û heman şand dê serdana Tirkiyê jî bike. Ji aliyekî din ve şandeke din a Herêma Kurdistanê dê ligel hêz û serokeşîretê Sunne jî bicivin daku wan piştrast bikin ku armanca bicîhbûna Hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî parastina Kurdistan û hevwelatiyên wan navçeyan e.
Basnews
