• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Xaneqînê şerekî dijwar navbera pêşmerge û DAIŞ destpê kiriye

Li Xaneqînê şerekî dijwar navbera pêşmerge û DAIŞ destpê kiriye

Peyamnêrê Xendanê li Germiyanê ragihand ku şer di navbera hêzên dijî teror û pêşmerge ji aliyekî ve û hêzên çekdarên dewleta îslamî li Êraq û Şam (DAIŞ) ve li bajarokê Celewla a ser bi qeza Xaneqînê destpê kiriye.

Peyamnêrê Xendanê amaje bi wê yekê kir ku şerekî dijwar destpê kiriye lê hêşta zanyariyên heya niha ên destpêkê ne.

Bi gotina jêderkê ya dijî teror ku li nava bajêr bûye got: Destpêkê ji aliyê DAIŞ ve bi BKC û Doşka teqe li hêza pêşmerge kiribûn demildest hêzên dijî teror û pêşmerge bersiva wan hate dayîn.

Her weha jêderkê din li Celewla ji Xendanê re ragihand: Niha şer berdewame û şer li taxa Tecnîd e ku heya niha li jêr destê çekdarên DAIŞ ve ye.

Ji aliyekî dinê ve jî jêderkê ji asayîşa Germiyanê ji Xendanê re ragihand: Dijî teror û pêşmerge yek demjimêr û nîv molet dane çekdarên DAIŞ ku ji wê taxê derkevin eger na ewê êrişî wan bikin.

Jêderê ew jî diyar kir ku ji bilî çekdarên DAIŞ hejmarek ji zelam û gêncên eşîreta Kirwê ku piraniya taxê ji rihên wê eşîretê ne mil bi mil li kêleka çekdaran li dijî hêzên pêşmerge şer dikin.

Xendan
Top