• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Bêcî 50 serbazên Kurd hatine dorpêçkirin

Li Bêcî 50 serbazên Kurd hatine dorpêçkirin
Li navenda bajarê Tikrît û bajarokê Bêcî şerê di navbera artêşa İraqê û çekdarên DAÎŞ’ê de berdewam e û 50 serbazên Kurd ên Firqeya 4 a Artêşa İraqê ji aliyê çekdarên DAÎŞ’ê ve hatine dorpêçkirin.

Di vê derbarê de cîgirê berê yê Parêzgarê Selahedîn Dr. Emîn ji BasNewsê re got: ‘’Ji xeynî navenda bajarê Tikrît û bajarokê Bêcî, qeza û nehyeyên parêzgeha Selahedîn di destê artêşa İraqê de ne.

Herwiha da zanîn ku li qezaya Bêcî 50 serbazên Kurd ên Firqeya 4 a Artêşa İraqê İraqê ji aliyê çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAÎŞ) ve hatine dorpêçkirin û şer û pevçûn jî berdewam in.

Basnews
Top