Burkay: İraq an dibe konfederasyon an jî sê parçe
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Kemal Burkay got ku piştî bûyerên dawî yên li Iraqê qewimîne Şîe û Sinne nikarin bi hev re bijîn û dê Iraqê bibe sê parçe. Burkay da zanîn ku piştî rêxistina Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAÎŞ) Mûsilê kontrol kir, li Iraqê dê rewş bi tevahî biguhere û Iraq perçe perçe bibe.
Burkay ji AA’yê re wiha axifî: 'Piştî van bûyerên dawî Iraq dê bibe sê parçe. An konfederasyoneke ku li bakur Kurd, li rojhilat Erebên Sinne, li başûr Erebên Şîe, yan jî sê dewletên serbixwe ava bibin. Ji vê saetê şûn de Erebên Sine û yên Şîe qet nikarin bi hev re bijîn. Kurd di vê rewşê de nikarin tiştekî bikin. Ji federasyonê re wefa nîşan dan. Lê hikûmeta Nûrî Malikî hinek madeyên destûrê cîbicîh nekirin. Ji bo paşeroja Kerkûkê divabû referandum çêbibûya, lê Malikî astengî derxistin. Li gor destûrê para petrolê ya ji sedî 17 jî neda Herêma Kurdistanê.'
Burkay bibîr xist ku DAÎŞ piştî guhertinên li Sûriyê û Iraqê derket holê û wiha pêde çû: 'El-Qaîde jî piştî guherînên li Efganistanê derketibû holê. Rojavayî bi taybetî jî Amerîka li dijî Yekîtiya Sowyet piştgirî dabû grûbên radîkal. Amerîka wê demê piştgirî dabû Talîbanê û bûbû sedema derketina El-Qaîde. Pişt re Sowyet hilweşiya, li Efganistanê rejim guherî. Helbet di vê navberê de El-Qaîde- jî li dijî Rojava û Amerîkayê rewşeê pêk anî. Li Iraqê û Sûriyê jî piştî ku rewş guherî komên radîkal derketin holê. DAÎŞ jî yek ji van grûban e.'
Burkay got ku Baasa Iraqê û hinek Eşîrên Sinne jî piştgiriyê didin DAÎŞ’ê û got: 'Ji ber ku Sinneyan piştgirî dan DAÎŞ’ê di demeke kurt de karîn Mûsilê kontrol bikin. Sinneyan desthilata xwe ya li Iraqê piştî rejima Seddam winda kirin û ligel hikûmeta Şîe ya Malikî lihev nekirin. Pêşketina DAÎŞ’ê jî bi saya Baasê û grûbên Sinne ye.'
Basnews
