• Saturday, 14 February 2026
logo

Turkumanên Kerkûkê Hêzeka Çekdar Pêkanîn

Turkumanên Kerkûkê Hêzeka Çekdar Pêkanîn
Serokê bereya Turkumanî ragihand, ku hinek kesên Turkuman ji bo parastina bajêrê Kerkûkê, çek hilhgirtine.

Di evê bareyê de, serokê bereya Turkumanî Erşed Saleyî di kongireyeka rojnamevanî de ragihand, ku ji ber xirabîya rewşa ewlekariya deverê û metirsîyên êrîşên terorîstan ji bo ser Iraqê bi giştî û Turkumanan bi taybetî, çend kesên Turkuman ji bo bergirîkirin ji hemû pêkhatên bajêrê Kerkûkê, çek hilgirtin.



Weha jî da zanîn, ku ew dixwazin çekdarên wan bi hêzên din re ji bo parastina deverê, hêzeka hevbeşa qanûnî dirust bikin.
Top