KCKê ji AKPê dixwaze ku “gavên berbiçav” bavêje
Piştî vegera ji Qendîlê, şanda HDP daxuyaniyek da medyayê û got “di hevdîtina me de rayedarên KCKê daxwaz kirine ku divê AKPê gavên berbiçav bavêje”.
Li gora ku şande dibêje, KCK herwiha ji hikûmetê dixwaze ku ew nexşerêya çareserkirina pirsa kurdî destpêkê bi Ocalan re û pişt re jî bi raya giştî re par ve bike.
Rêvebirên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji şanda HDPê re tekîd kirine ku ew bi temamî li pişta Ocalan û pêvajoya çareserkirinê ne.
Endama şandê Pervîn Buldan di daxuyaniya xwe de dibêje ku “wan encamên hevdîtinên xwe yên ligel Ocalan û ligel rayedarên hikûmetê, gihandine Qendîlê”.
Buldan diyar dike ku hevdîtina wan ya ligel rayedarên KCKê 5-6 saetan dom kiriye û ew di hevdîtinê de li ser encamên danûstendinên ligel hikûmetê rawestiyane.
Li gora ku tê gotin, berpirsiyarên KCK gotine ku divê AKP êdî gavên berbiçav bavêje, beriya ku parlamento were girtin, yasayên pêwîst derxîne û mijara berdana girtiyên nexweş jî neke mijara bazarê.
Herwiha ew dixwazin ku komîteyeke çavdêriya pêvajoya aştiyê jî were avakirin.
Wê şandeya HDPê di rojên pêş de danûstendinên xwe ligel her du aliyan berdewam bike.
Rudaw
