• Saturday, 14 February 2026
logo

Kerkûk… Hevwelatîyên Ereb Ji Tirsa Da`iş Direvin

Kerkûk… Hevwelatîyên Ereb Ji Tirsa Da`iş Direvin
Jêderekî ewlekariyê yê parêzgeha Kerkûkê ragihand, ku hevwelatîyên deverên başûrê parêzgeha Kerkûkê û Selaheddîn ji tirsa çekdarên Da`iş, ber bi bajêrê Kerkûkê ve direvin.

Evî jêderî ji PNA re ragihand, ku piştî têkçûna rewşa deverên başûrê bajêrê Kerkûkê, hejmarek hevwelatîyên Ereb ji tirsa çekdarên Da`iş malên xwe hiştine û hatine nava bajêrê Kerkûkê. Got jî: her roj hevwelatî li deverên başûrê bajêrê Kerkûkê ber bi bajêrê Kerkûkê ve dihên.

Weha jî da zanîn, ku hejmarek hevwelatîyên parêzgeha Selaheddîn jî ji tirsa çekdarên Da`iş, ber bi bajêrê Kerkûkê ve dihên.

Weha jî da xuyakirin, ku heta niha bêtirî 150 xêzanên Ereb li başûrê Kerkûkê û parêzgeha Selaheddîn, hatine nava parêzgeha Kerkûkê.
Top