• Saturday, 14 February 2026
logo

Yekîtiya Zanayên Olî: Her Pêşmergeyek bê kuştin şehîd e

Yekîtiya Zanayên Olî: Her Pêşmergeyek bê kuştin şehîd e
Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê derbarê rewşa niha ya İraqê û amadebaşiya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de bo berevaniyê daxwiyaniyek belav kir û got: ‘’Her Pêşmergeyek bê kuştin li gor ola Îslamê şehîd e.’‘

Di beyannameya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê de ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, wiha tê gotin: ‘’Em sipasiya Herêma Kurdistanê ligel hikûmet û xelkê wê dikin ku bi hewara koçberên bajarên din ên İraqê ve çûn û alîkariya wan kirin.’‘

Beyanname wiha berdewam dike: ‘’Rêgirtina li dubarenebûna van nexweşiyan, herwiha rawestana li hember her tehdît û dagîrkeriyekê bo ser axa Kurdistanê dikeve çarçoveya berevanî û parastina can, dîn, axi namûs û samanê welat. Bêguman ola pîroz a Îslamê herdem rê daye û piştgiriyê li parastina heq û mafan deke, herwiha yên ji bo samanê welat, ol, can û kes û karên xwe dibin qurbanî wek şehîd binav dike, bêguman karê Pêşmergeyan jî her evna bûye û hîç wextekî nexwestine bostek axa kesî dagîr bikin.’‘

Di dawiya beyannameyê de jî wiha tê gotin: ‘’Em bi vê beyannameyê hêviya başbûna rewşa seranserê İraqê dixwazin daku hemû pêkhateyên İraqê bi yeksanî bigihin mafên xwe û dawî li kuştin, tirs û bizdandinê were. Bêguman erkê navendên olî ew e ku her dem kar ji bo aramî û başbûna rewşa welêt bikin, hevwelatiyan ji fitne û duberekiyê dûr bixin, ji xeynî vêna her hewleke din welat ber bi fitne û nexweşiyên zêdetir dibe, ku di paşerojê de hemû pêkhateyên İraqê zerarmend dibin, pêngavên metirsîdar in ber bi şerê mezhebî ve li İraqê, ku di demên borî de gelek xelk bûn qurbaniyên vî şerî.’‘

Basnews
Top