Turkmanên Tileferê ji tirsa DAIŞ û balafirên Iraqê direvin Şingalê
Hat ragihandin, piştî ku çekdarên DAIŞê êrişî bajarokê Tileferê yê Mûsilê kirin û beşek ji bajêr girtin balafirên şer ên Iraqê ew der dan ber bombeyan.
Hat zanin ji ber vê yekê xelkê bajarokê Tileferê ku pirraniya wan turkmen in ji bajêr direvin û berê xwe didin bajarokê Şingalê û deverên bin kontrola hêzên Pêşmerge.
Li gorî agahiyan, li bajarokê Tileferê, sunnî û şîe bi hev re li dijî DAIŞê şer dikin û navenda bajêr jî di bin kontrola artêş, polîs û çekdarên herêmî de ye.
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan jî li ser rewşa Tileferê gotibû, rewşa Tileferê ji bo me girîng e û emê li ser bicivin.
Rudaw
