• Saturday, 14 February 2026
logo

Hêzên Malikî 3 xwendekarên Kurd girtin

Hêzên Malikî 3 xwendekarên Kurd girtin
Li Bexdayê girtina Kurd û Sinneyan dest pê kir. Piştî ku çekdarên DAİŞ’ê berê êrîşên xwe dan ber bi Bexdayê û derdora wê de, hêzên Malikî dest bi girtina welatiyên Kurd û Sinne kirin.

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Bexdayê got ku rewşa ewlekariyê li Bexdayê pir xirab e û hêzên ser bi Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî 3 xwendekarên Kurd ên ku li wir dixwendin girtine.

Heman çavkanî wiha axifî: ‘’Hêzên Nûrî Malikî xalên kontrolê danîne û ew hevwelatiyên ku Kurd an jî Sinne ne tên girtin.’‘ Wê çavkaniyê da zanîn ku heta niha 150 xwendekarên Kurd li Bexdayê mane asê û nikarin vegerin Herêma Kurdistanê.

Herweha hatibû ragehandin ku 50 mamosteyên Kurd ku xwendina Kurdî dixwînin û bi mebesta hûrbîniya ezmûnên pola sêyem û şeşem a amadeyî çûbûne Bexdayê, ji ber rewşa xirab û dijwariya rewşa wî bajêrî ji neçarî çûne bajarê Necefê û niha ji Kurdan dixwazin hevkariya wan bikin û bi hawara wan ve biçin.

Hefteyek dibe li ser sînorên Herêma Kurdistanê û maddeya 140’ê car car şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAÎŞ’ê de derdikeve. Herwiha çekdarên wê rêxistinê heta niha karîne dest deynin ser bajarê Mûsilê û çend navçeyên derdora parêzgeha Selahedîn û Kerkûkê.

Basnews
Top