• Saturday, 14 February 2026
logo

DAIŞê bajarokê Tileferê yê turkmanan dorpêç kir

DAIŞê bajarokê Tileferê yê turkmanan dorpêç kir
Tê gotin, çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê bajarokê Tileferê yê girêdayî Mûsilê, ku piraniya xelkê wir turkman in, dorpêç kirine. Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan jî li ser rewşa Tileferê got, em nikarin wisa bi hêsanî li rewşa Tileferê binêrin.

Li gorî medya û malperên tirkî, çekdarên rêxistina DAIŞê îro sibê ve bajarokê Tileferê yê girêdayî Mûsilê dorpêç kirine û didin ber top û hawanan.

Tê gotin heta niha gellek kesên sivîl li Tileferê hatine kuştin û Tilefer tenê ji aliyê polîsên herêmî vet ê parastin, heta niha jî şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên polîs de didome.

Li gorî agahiyên polîsên Tilefer, wan karîne gellek çekdarên DAIŞê bikujin.

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, li ser rewşa Tileferê daxuyanî da û got, li Tileferê birayên me yên turkman hene ku nîvê wan sunnî û nîvê wan jî şîe ne ji ber wê jî em nikarin bi hêsanî li vê yekê binêrin û derbas bibin.

Erdogan, li ser rewşa şofêr, dîplomat û karmendên konsulxaneya Tirkiyê ya Mûsilê jî got, rewşa wan baş e lê em hewl didin di zûtirin dem de wan rizgar bikin.

Serokwezîrê Tirkiyê ku li bajarê Trabzonê daxuyanî dida, ragihand, dema vegera Enqerê dê civîneke berfireh li ser rewşa Mûsil û Tileferê pêk bînin û biryarên pêwîs bigirin.

Rudaw
Top