Rayedarên Dewleta Qanûnê ya Malikî bi tundî êrişî Kurdistanê dikin
Yek ji rayedarên pilebilind ê Dewleta Qanûnê bi navê Yasîn Mecîd ku kesekî nêzîkî Nûrî Malikî ye jî, di hevpeyvînekê de digel televîzyona nîvfermî ya Al Iraqiye ya iraqî, ragihand ku Iraq niha ketiye nav komployeke herêmî û “Al Nucêfî” (malbata Nucêfî) û Herêma Kurdistanê bûne maşeya cîbicîkirina vê komployê.
Yasîn Mecîd, diyar kir ku Al Nucêfî bajarê Mûsilê ajotine nav komployên Tirkiyê û xiyanet li Iraqê kirin û wiha got:“Jixwe dîroka Al Nucêfî û Tirkiyê li ber çavê her kesî ye.”
Wî rayedarê Dewleta Qanûnê ya Iraqê her wiha anî ziman ku Herêma Kurdistanê jî bûye beşek ji wê komployê û niha Tirkiye biryar dide ka nefta Kurdistanê were firotin yan na, di demekî de ku Amerîka çaxê Iraq dagîr kir nekarî wiha bi nefta Iraqê bilîze.
Rayedareke din a Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya bi navê Hennan Fetlawî jî bi tundî êrişî Herêma Kurdistanê kir û îdia kir, rayedarên Herêma Kurdistanê neftê didizin û pêşmerge jî çekan didizin.
Fetlawî, her wiha ragihand ku Herêma Kurdistanê bûyek beşek ji komploya li dijî Iraqê lê xewna Herêma Kurdistanê û Mesûd Barzanî ya serxwebûna Kurdistanê nayê cîh.
Rudaw
