• Saturday, 14 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge Ji Fetlawî Re: Bila Supayê Iraqê Dişdaşe Li Ber Xwe Neke

Wezareta Pêşmerge Ji Fetlawî Re: Bila Supayê Iraqê Dişdaşe Li Ber Xwe Neke
Di çend rojên derbasbûyî de endama encûmena nûnerên Iraqê Henan Fetlawî ragihandibû, ku hêzên pêşmerge dişdaşe didin supayê Iraqê ji bo ku çekên xwe bidanin. Got jî: ji ber ti Da`iş êrîşî hêzên pêşmerge nake.

Di evê bareyê de, Helgurd Hîkmet rêvebirê ragihandin û rewşenbîrîya wezareta pêşmerge ji PNA re ragihand, ku ti supayek heye çekên xwe bidane û dişdaşe li ber xwe bike û bireve? Heger supa be çekên xwe nadane û dişdaşe li ber xwe nake û nareve.

Weha jî da zanîn, ku herger hêzên pêşmerge karê han kiribe, bêy guman erkekî mirovanîye, ji ber ku leşkerên supayê Iraqê çekên xwe danîn û daxwaz kirin, ku dişdaşe ji wan re bihên dayn. Got jî: bila leşkerên supayê Iraqê dişdaşe li ber xwe nekin.

Weha jî da xuyakirin, ku di çend rojên derbasbûyî de li devera Şingalê hêzên pêşmerge 11 demjimêran bi çekdarên Da`iş re şerr kirin û hêzên pêşmerge qurbanî dan û li devera Tel Werde û Zummar û çend cihên din jî.

Weha jî got: ku rastîyek heye gerek hemû kes bizane ku hêzên pêşmerge wekî supayê Iraqê nîne çekên xwe bidane û bireve.

Top