• Saturday, 14 February 2026
logo

Şanda HDPê çû Qendîlê

Şanda HDPê çû Qendîlê
Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji wekîlên koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken pêk tên îro derbasî çiyayê Qndîlê bûn.

Li gor medyaya ser bi PKKê ve, şanda HDPê wê li Qendîlê bi berpirsên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) re li ser geşedanên vê dawiyê li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê li Tirkiyê gotûbêj bikin.

Herwiha wê şanda HDPê nameya ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja 10ê hezîranê bi dev gotibû şandê, bigihîne berpirsên KCKê û li ser civînên şandê bi hikûmetê re agahiyan bidin wan.

Şanda HDPê û berê şandên BDPê ji destpêka 2013an de 18 caran çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêkanîn û piştî her serdanekî Îmraliyê serdana Qendîlê jî kirine û name û daxwazên Ocalan bi rayedarên KCKê re parvekirine.

Rudaw
Top