Di destwerdana li berxwedana Liceyê de kesek birîndar bû
Xwepêşandêrên îro danê sibê li ser rêya Deşta Fîsê ya navçeya Liceyê dest bi çalakiyê kirin, rastî êrîşa gelek leşkeran a bi fîşekên rastî û bombeyên gazê hatin.
Çalakgeran jî bi fîşekên hewayî, bombeya deng û molotof kokteylan bersiv dan êrîşa leşkeran. Di encama êrîşa leşkeran de fîşekek li milê rastê yê çalakgerekî ket û birîndar bû.
Hat ragihandin ku li herêma hejmareke zêde tîmên taybet lê hatine bicihkirin, polîs û leşkerên Tirk çekên bêdeng, bikar anîne. Hat diyarkirin ku li ser bersivdayîna ciwanan, leşkerên artêşa Tirk xwe vekişandina ser rêya Karazê. Çalakiya li ser rê heta danê nîvro dewam dikir.
DI NAVA HEFEYEKÊ DE 3 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN, 200 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Liceyê, li dijî polîtîkayên AKP'ê yên ewlekariyê û xetimandina çareseriyê, ji 24'ê Gulanê û vir ve çalakiyên girtina rê tên lidarxistin. Di êrîşa hêzên dewleta Tirk a 7'ê Hezîranê de du welatiyên 24 û 50 salî jiyana xwe ji dest dabûn. Parêzvanên mafên mirovan li ser bûyerê raporek amade kirin û tespît kirin ku leşkeran ji bo kuştinê gule li girseyê reşandine.
Ji 7'ê Hezîranê û vir ve di dema protestoyên komkujiya li Liceyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesekî 80 salî, ji ber bombeya gazê ya polîsan roja 9'ê Hezîranê li Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû. Di êrîşên leşker û polîsan de nêzî 20 kes jî birîndar bûn.
Her wiha di navbera 7-14'ê Hezîranê de, nêzî 200 kes jî hatin binçavkirin. Piraniya van jî zarok in. Di protestoya komkujiya li Liceyê ya 13'ê Hezîranê li Dêrsimê de 15 kes, di serdegirtinên 14'ê Hezîranê yên li Colemêrgê de yek jê zarok 4 kes û di heman rojê de di serdegirtinên li Enqereyê de 3 xwendekarên Kurd hatin binçavkirin. Bi vî rengî di nava hefteyekê de herî kêm 198 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Ji van 8 jê zarok herî kêm 19 kes jî hatin girtin û li girtîgehê hatin bicihkirin.
ANF
