• Saturday, 14 February 2026
logo

Çend efser û leşkerên Kurd wenda ne

Çend efser û leşkerên Kurd wenda ne
Çend roj dibe hejmarek leşker û efserên Kurd ên di nav Artêşa İraqê de li Tikrîtê wenda ne û çarenivîsa wan nediyar e.

Di vê derbarê de çavkaniyeke agahdar ji BasNewsê re eşkere kir ku sê roj dibe ji ber wê rewşa aloz ya ku li İraqê ye, hejmarek leşker û efserên Kurd ên di nav artêşa İraqê de li bajarê Tikrîtê piştî derketina şerekî berê xwe dane Herêma Kurdistanê û niha wenda ne.

Heman çavkaniyê da zanîn ku malbatên wan leşker û efseran ji aliyên peywendîdar dixwazin ku hewldanên xwe bixin tevgerê û wan bibînin an jî rizgar bikin.

Hêjayê gotinê ye ji hefteya borî ve şer û pevçûna di navbera çekdarên DAİŞ û artêşa İraqê de dest pê kiriye û çekdarên DAİŞ’ê karîne dest deynin ser hinek navçeyan wek bajarê Mûsilê, çend nehyeyên sînorê parêzgeha Selahedîn û Kerkûkê.

Basnews
Top