Hêzên Pêşmerge pêşiya Sadiye kontrol kirine û DAÎŞ tê de ye
Piştî ku hêzên Artêşa Iraqê ji tirsa çekdarên DAÎŞ’ê dest ji pêgeh û çekên xwe berdan û ji bajarokê Celewla reviyan, niha ew bajarok di bin kontola Hêzên Pêşmerge de ye.
Çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge ji BasNewsê re got ku firqeyek ji Artêşa Iraqê hê li navçeya Kobaş, ku dikeve navbera Sadiye û Xaneqînê maye û heta niha venekişiya ye. Heman çavkaniyê ku nexwest navê xwe aşkere bike ragehand ku heta niha bajarokê Sadiye di bin kontrola çekdarên DAÎŞ’ê de ye û rewş li wê navçeyê gelek xirab e.
Herwiha da zanîn ku niha Hêzên Pêşmerge pêşiya bajarokê Sadiye kontrol kirine û li wê de bicih bûne. Navçeyên Sadiye, Xaneqîn û Celewla ew navçeyên Kurdistanî ne ku niha li derveyê îdareya herêmê ne.
Piştî ku roja 11’ê mehê çekdarên DAÎŞ’ê Mûsil û Tikrît girtin, hêzên Artêşa Iraqê ji navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya herêmê cihê xwe vala kirin û ji pêgehên xwe reviyan, niha jî Hêzên Pêşmerge li wan navçeyan bicih bûne, di destpêka wan de jî Kerkûk.
Basnews
