• Saturday, 14 February 2026
logo

Yasayên DAÎŞ’ê jiyanê li ber mirovan dike dojeh

Yasayên DAÎŞ’ê jiyanê li ber mirovan dike dojeh
Piştî êrişên rêxistina Dewleta Îslamî ya İraq Şamê (DAÎŞ) bo ser Îraqê û kontrolkirina hinek bajaran, wê grûbê belavok û yasanameyên xwe di nav bajaran de belav kirin.

Hinek ji yasayên DAİŞ’ê wiha ne:

1. Lixwekirina çaket û cilên jeans ji bo jinan qedexeye û divê cil û bergên îslamî û eba û devrûkê li xwe bikin, herwiha xwe xemilandin û bedewkirin qedexe ye.

2. Kişandina cixare û nêrgeleyê ji meha mijdarê ve qedexe ye.

3. Salonên berberên zilaman tên girtin û kurtkirina porê ji bo zilaman qedexe ye.

4. Helwasîna cil û bergên jinan li dikanan qedexe ye û cil firoşên cilên jinan lazime jin bin.

5. Ger zilamek di dikanên cil dirûtinê de hebe, dikan dê yekser bê daxistin.

6. Hemû tablo û reklamên ku ji bo ciwankarî û xemilandina jinan bên hilwasîn tên jêkirin.

7. Her kesek li cîhê navê Dewleta Îslamî ya İraq Şamê, DAÎŞ bikar bîne cezayê wî/ê 70 qamçî ye.

8. Serdana jinan bo doktorên nexweşiyên jinan ên mêr bi mebesta çareseriyê qedexe ye.

9. Çênabe pora ciwanan li gor modeyê bê qusandin û bikaranîna her madeyeke ciwankariyê ji bo mû qedexe ye.

10. Lixwekirina pantolên jeans yên kemer fire ji bo ciwanên kur qedexe ye.

Herwiha di biryarên din de tê gotin ku çênabe jin li ser kursiyan rûnin. Kişandina cixareyê qedexeye, firotina wê jî qedexeye. Ger dikandar li ser firotina cixareyan berdewam bin dikana wan dê were şewitandin, cezayê kesê/a cixarekêş jî darvekirin e. Her şofêrekî taksiyê hevwelatiyan bêzar bike, dê destê wî bê birîn. Çênabe di dema nimêjê de dikanên bazirganiyê vekirî bin, herkesê/a dikanan veke dê bê ceza kirin.

Basnews
Top