DAÎŞ: 1700 leşkerên Şîe hatine darvekirin
Heta niha ji xeynî DAÎŞ’ê tu aliyekî din ew nûçe piştrast nekiriye. Pêştir Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de ragehandibû ku hejmara kesên li Mûsilê bi destê hêzên DAÎŞ’ê hatine kuştin geheştiye sedan kes. Li gor heman raportê, ew hevwelatiyên Îraqî di dadgehên çend deqeyî de hatine mehkeme kirin û kuştin.
Herwiha ajansa Ruetersê li gor çavkaniyên herêmî ragehandiye ku helîkopterên artêşa Îraqê mezintirîn mizgefta Tikrîtê bombebaran kirine le tu agahiyek derbarê hejmara kuştiyên wê êrişê de nîne.
Êvara doh roja înê (13.06.2014)ê li derdora bajarê Samerayê şerekî giran di navbera grûba DAÎŞ û çekdarên Şîe de çêbûye. Herwiha li bajarê Diyale (90 kîlometre li bakurê Bexdayê) û Mîqdadiye (80 kîlometre bakurê rojhilatê Bexdayê) şerekî giran di navbera DAÎŞ û çekdarên Şîe de çêbûye. Tê gotin ku çekdarên Şîe valatiyên artêşa Îraqê tije dikin.
Li gor raportên dawî çekdarên Ceyş El-Mehdî jî tevlî grûba çekdarên Şîe bûne. Li gor peyamnêrên ku li Îraqê ne malperên Youtube, google hatine girtin û hemû torên civakî hatine filter kirin.
Basnews
