Alîkarê Erdogan: Kurdên Iraqê dê bixwe li ser çarenûsa xwe biryar bidin
Alîkarê Serokê Giştî yê AKPê, Husên Çelîk, di hevpeyvînekê de digel Rûdawê, ku vê zûtiriyê tê belavkirin, ragihand, dema Iraq perçe bû kurd jî mîna hemû gelên din dibe xwedanê mafê biryarê li ser çarenûsa xwe.
Husên Çelîk, her wiha got ku Iraq di piratîkê bûye sê perçe ev jî ji ber siyaseta mezhebgeriyê ya Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bûye.
Alîkarê Erdogan, anî ziman ku heta niha Tirkiyê pişta Herêma Kurdistanê girtiye û dê li ser vê yekê berdewam be jî.
Daxuyaniyên Husên Çelîk di demekî de tên dayîn ku rewşa Iraqê ji ber kontrolkirina beşek ji deverên sunnî yên Iraqê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve aloz bûye.
Rudaw
