• Saturday, 14 February 2026
logo

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê
Piştî rûdawên Mûsil û navçeyên nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê, bi sedema rûxana artêşa Iraqê ve valahiyeke serbazî û emnî pêkhat û hejmareke zêdeyê hemwelatiyên parêzgeha Nînowa koçber bûn û hatin xwe spartin navçeyên aramên li bin kontrola Pêşmerge. Ji bo parastina xelkê Kurdistanê û pêkhatên nîjadî û olî û parastina dam û dezgehên giştî û pirkirina wê valahiyê, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê çûne wan navçeyên ku artêşa Iraqê jê vekişiyane.

Daxwaz ji hêzên Pêşmerge û asayîşê dikim gelek bi hişyarî sînorên Kurdistanê û ser û malên xelkên wan navçeyan û dezgehên giştî biparêzin û rê bi tu serpêçî û sînorbezandinek nedin.

Gelê me jî dilniya dikin ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û dezgehên emniyên Herêma Kurdistanê bi tu awayek rê nadin aramî û asayîşa Kurdistanê bikevê ber metirsiyê.



Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
13/06/2014
Top