Obama: Em alîkariya leşkerî nadin Iraqê
Barack Obama, duh li ser rewşa Iraqê û êrişvên çekdarên rêxistina bi navê DAIŞê li dijî Mûsil û hinek deverên din ên Iraqê daxuyanî da û ragihand, ew tişta ku niha li Iraqê diqewime tehdîdek mezin li Iraqê ye û gellek arîşe ji hikûmeta wî welatî re çêkir û wiha got: “Me di heyama çend salên borî de di warê ewlehiyê de gellek alîkariya hikûmeta Iraqê kir. Lê niha pêwîstiya Iraqê bi alîkariyê zêdetir e da ku bikaribe li dijî DAIŞê berxwe bide û hêzên xwe mukim bike.”
Obama anî ziman ku Iraqê hevpeymanê Amerîka ye ji ber wê jî ew amade ne alîkariya Iraqê bikin bo nehîştina terorê û wiha axivî: “Lê Amerîka cardin hêzên xwe naşîne Iraqê ji ber ku em ji vê yekê re hazir nînin.”
Serokê Amerîka li ser naveroka alîkariyên Washingtonê bo Bexdayê jî wiha got: “Me ji Encumena Ewlehiyê ya Amerîka xwestiye pilanên xwe ji bona çawaniya alîkarîkirina Iraqê pêşkêşî hikûmetê bike. Lê tişta ku rû dide arîşeya leşkerî nîne çimkî ev rewş ji ber wê derketiye ku rayedarên iraqî nekarîne baweriya xelkê Iraqê qezenc bikin ev jî bûye sedema wê ku hikûmeta Iraqê nekaribe ewlehiya welêt dabîn bike.”
Barack Obama her wiha anî ziman ku Amerîka di şerê li dijî terorê de xwedan ezmûn e û wiha got: “Lewma em dikarin pisporên xwe zanayên xwe şîret bikin ku ezmûnên xwe bidin iraqiyan. Emê hemû alîkariyekî bidin jibilî yên leşkerî.”
Obama, diyar kir ku Amerîka nikare ewlehiya Iraqê dabîn bike û wiha axivî: “Heta eger em alîkariyeke leşkerî ya demkurt jî bidin Iraqê dê serkeftî nebe.”
Obama destnîşan kir ku Amerîka di wê baweriyê de ye ku rayedarên iraqî dikarin arîşeyên xwe bi diyalogê çareser bikin û got, dema arîşe hatin çareserkirin wê demê dê ewlehiya welêt jî were dabînkirin. Obama wiha domand: “Divê rayedarên iraqî biryarên rijd ji bona rizgarkirina Iraqê ji vê rewşê bidin. Iraqê şirîk û hevpeymanê me bûye di şerê li dijî terorê de, ji ber wê jî ti kes sûdê ji vê rewşê nabîne. Amerîka baş arîşeyên Iraqê dizane lê erka çareserkirina wan arîşeyan li ser milê rayedarên iraqî ye.”
Serokê Amerîka da zanîn ku ew rewşa Iraqê ji nêzîk ve dişopînin û got, em her wiha çavdêriya wê jî dikin ku ti tengasiyek ji hêzên me yên li Iraqê re dernekeve.
Barack Obama, piştî axaftina xwe bersiva pirsên rojnamevanan jî da. Di bersiva vê pirsê de ku gelo Amerîka dê tevlî aloziya Iraqê bibe yan na, Obama got, li gorî min eger em çavdêriya rewşê bikin baştir e. Em hêzên xwe naşînin Iraqê, ji ber ku serbazên me bi pereyê xelkê Amerîka hatine perwerdekirin û çekdarkirin. Ji ber wê jî em naxwazin tevlî şerekî bibin ku me eleqedar nake û Amerîka bixe nav arîşeyên mezin. Ev kirîza Iraqê jî tenê bi destê rayedarên iraqî tê çareserkirin.
Barack Obama, di bersiva pirsa ku gelo ev şerê Iraqê şerê navxwe yê Sûriyê ku derbasî Iraqê bûye de got, DAIŞ demek dirêj e dest bi vê yekê kiriye, ji be wê jî em gellekî digiran bûn û me alîkariya hêzên opozîsyona Sûriyê dikir lê hikûmeta Iraqê ji wê alîkariya me nerazî bû. lê niha fêm dikin ku alîkariya me ji bona nehîştina terorê bûye û pir jî girîng bûye. Ev bûyerên ku niha diqewimin dê demek dirêj bidome lewma divê em jî bi hûrî bişopînin da ku bizanin dê kengê û çawa gav bavêjin.
Obama, li ser bandora êrişên DAIŞê li ser hinartina petrola Iraqê jî got, heta niha me pirsgirêkek mezin li vê barê de nedîtiye lê em dizanin ev rewş dê bibe sedema arîşeyan. Ji ber hindê em dixwazin bi welatên herêmê re karekî bikin ku DAIŞ nekaribe hinartina neftê asteng bike.
Rudaw
