Hewlêr li Ereban hat qedexekirin
Di vê derbarê de peyamnêrê BasNewsê ragehand ku bazgeha bajarê Hewlêrê li ser Ereban hatiye girtin û bi hîç awayekî nikarin bên nav bajêr, herwiha koçberên li kampa Xazir jî hino hino vedigerin bajarê Mûsilê.
Ji aliyekî din ve DAİŞ’ê ji di beyannameyeke 18 xalî de ku zêdetir li ser pêbendbûna meseleyên dînî ye, daxwazê ji hevwelatiyên Mûsilê yên koçber dike ku vegerin malên xwe û ew dê wan biparêzin.
Hêjayê gotinê ye doh Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragehandibû ku heta niha nêzîka 300 hezar koçberên Mûsilê berê xwe dane Herhema Kurdistanê û dê 4 kamp li Hewlêr û Duhokê ji wan re bên çêkirin.
Basnews
