Dê Serokê Herêmê Li Evan Nêzîkan Vegere Kurdistanê
Serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê Fu`ad Huseyn ji siteya KDP re ragihand, ku piştî serdaneka serkevtî ji bo Fransa û Îtaliya û sazkirina dîdar bi Papayê Vatîkan û serokê Fransa re, dê serokê herêma Kurdistanê di çend rojên bihên de, vegere herêma Kurdistanê.
Weha jî da zanîn, ku serdana serokê herêmê bi dawî bûye û ji ber rewşa niha ya Mûsilê nîne.
