Dizeyî: Nêçîrvan Barzanî û Nurî Malikî tu rêkeftin nekirine
Ajansa nûçeyan (Rojî Heştem) nûçeyek weşandiye û gelek kanalên ragehanidnê ew nûçe jê wergertiye û carek din weşandiye guyae Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê, di bin çavdêriya Amerîkayê de, li hev kiriye; Îraq rê bide herêma Kurdistanê nefta xwe bifiroşe û li hember wê yekê hêzên pêşmerge li Musiê şerî çekdarên DAÎŞ ê bikin.
Li dor vê nûçeyê, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de vê nûçeyê red dike û ji malpera hikûmeta herêma Kurdistanê re dibîje: ”Ev nûçe bi timamî nûçeyek çêkiriye û ji hemû rastiyekê dûr e û tu esas ji wê nûçeyê re nîne.”
Dizeyî dibêje ku, hikûmet û hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ji bo parastina emin û îstîqrara herêm û hevwelatiyên Kurdistanê û deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê amade ne bi her awayî wan biparêz in.
