Rewşa penaberan di civîna serokwezîr û seroka UNHCR ê
Bi minasibeta destbikarbûna wê weke seroka nû ya komisyona balaya serbixweya penaberan (UNHCR) li Îraqê, serokwezîrê Kurdisanê pîrozbahî li Şîmozawa kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Seroka UNHCRê, li hember hewandin, alîkarîkirin û dabînkirina pêdawîstiyan bo penaberan, sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar kir û got ku, di warê wergiritn û hewandina penaberan de hikûmeta herêma Kurdistanê roleke mezin lîstiye, û ”penaberan pêwîstî bi alîkarî û hevkariya zêdetir a Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî heye, ji ber ku, tê pêşbînî kirin ji ber rewşa aloza Suriyeyê bo demek dirêj ew penaber li herêma Kurdistanê bimîn in.”
Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de got ku, hikûmeta Îraqê weke pêwîst alîkariya penaberan nake û ”hikûmeta Îraqê bi awayekî wisa refarê dike qey ku, ev penaber li Îraqê nebin.” ji ber hindê Barzanî daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî kir ku, hikûmeta Îraqê û civaka navdewletî pal bidin daku zêdetir alîkariya pêşkeşî penaberan bikin û pêdawîstiyên wan dabîn bikin.
Di beşeke din a civînê de rewşa penaberên navxwe yên ku ji ber rewşa aloza emnî ji deverên din yên Îraqê, bi tyabetî ji wîlyeta Enbarê li rojavayê Îraqê, wîlayeta Mûsilê û hin deverên din hatine herêma Kurdistanê hat behis kirin.
