Parêzgarê Mûsilê ligel Barzanî dicive
Esîl Nûcêfî, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo hevkarîkirina Mûsilê kir û got: ‘’Peywendiyeke birayetî di navbera me de hebû û hevkarî û hevahengiya Herêma Kurdistanê ligel Mûsilê zêdetir bû ji ya Bexdayê ligel Mûsilê.’‘
Nûcêfî da zanîn ku ne wî fermana paşdevekişîna hêzên artêşa İraqê daye û wiha axifî: ‘’Hêzên artêşa İraqê bi fermana Bexdayê tevdigerin û bi axaftina parêzgar nakin.’‘ Nûcêfî herwiha tekez kir ku di nêzîk de vedigere derdora Mûsilê.
Derbarê piştgirîkirina DAİŞ’ê de jî Nûcêfî wiha axifî: ‘’Rejîma Sûriyê piştgiriya DAİŞ’ê dike, lê niha bi belge agahî di destê me de nînîn ka Komara Îslamî ya Îranê jî piştgiriya DAİŞ’ê dike yan na.’‘
Hêjayê gotinê ye doh bajarê Mûsilê bi tevahî ket jêr kontrola çekdarên DAİŞ’ê û parêzgar û artêşa İraqê bajar bicîh hiştin. Herwiha Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji bo parastina Kurdên wan navçeyan li derdora bajarê Mûsilê bicîh bûn.
Basnews
