• Saturday, 14 February 2026
logo

Parlamentoyê xwest ku hêzên navnetewî bêdeng nemînin

Parlamentoyê xwest ku hêzên navnetewî bêdeng nemînin
Parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ji hemû aliyên peywendîdar, desthilat û saziyên navnetewî xwest ku bi hawara koçber û lêqewmiyên Mûsilê ve biçin ku ji ber êrişa DAİŞ’ê reviyane.

Di bangewaziya Parlamentoya Kurdistanê de ku ji Parlamentoya Îraqê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Welatên Erebî, Yekîtiya Ewropa û Parlamentoya Ewropayê re hatiye şandin, wiha tê gotin: ‘‘Niha Îraq di warê sazî û dezgeh û şerê bi terorê re di pêvajoyeke gelekî metirsîdar de ye, her pirsgirêk aloztir û kûrtir dibin û Îraq ber bi welatekî têkçûyî ve diçe, em ji komeleyên navnetewî dixwazîn li hember zihniyeta siyasî ya desthilata navendî, desttêwerdana nerewa, binpêkirina destûrê û rêkeftinnameyên navnetewî û navxweyî, helwestên erênî nîşan bidin û bi awayekî berpirsyar ji bo bicîh kirina aştiyê li Îraqê xwedan helwest bin’’.

Bangewazî wiha berdewam dike: ‘‘Wek ku eşkere ye herî dawî ji ber şerên li Rumadî, Felûce, Diyale û niha jî li Mûsil û navçeyên din, mafê mirovan tên binpêkirin û bûyerên gelekî metirsîdar diqewimin, bi awayekî ku aştî, aramî û ewlekariya herêmê dixe metiriyê, İraqa ku hêviya pêkhateyên xwe bû niha ber bi herifînê ve diçe.’’

Parlamentoya Kurdistanê ji hêzên navnetewî dixwaze ku bi rêyên dîplomatîk, berpirsyaretî û bi awayekî meydanî û pratîk piştgîriya xwe pêşkêşî gelên Îraqê bikin û ji bo derbaskirina qonaxa tirs û terorê hevkarê gelê Îraq û Herêma Kurdistanê bin. Herwiha ji rêxistinên navnetewî dixwaze ku bi hawara kesên lêqewimî ve biçin.

Di dawiya bangewaziya parlamentoyê de wiha tê gotin: ‘‘Em wek Parlamentoya Kurdistanê bi hûrî çavdêriya wê rewşê dikin ku li parêzgehên cîran ên Herêma Kurdistanê qewimiye, me lîjneyên kar û barên pêşmerge û yên peywendîdar agahdar kirine ku pirsgirêkên hevwelatiyên li navçeyên ku buyer lê qewimîne bişopînin. Herwiha em li benda wê yekê ne ku hikûmeta federal a Îraqê û hikûmeta Kurdistanê berpirsyartiyên xwe li hember vê rewşê cîbicîh bikin.

Basnews
Top