• Saturday, 14 February 2026
logo

Kurdistan pereyên petrola xwe nade Iraqê

Kurdistan pereyên petrola xwe nade Iraqê
Wekîlê Wezareta Darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Reşîd Tahir ji BasNewsê re behsa pereyên firotina petrola Herêma Kurdistanê kir û ragehand ku heta niha ew pere negehiştina destê hikûmeta Kurdisanê. Reşîd Tahir derbarê wan pereyan de got: “Ew pere ji Ewropa dê bên Halk-Bank a Tikriyê û ji wê de dê bên Banka Navendî ya Kurdistanê.’‘

Berî niha hatibû belav kirin ku dê Herêma Kurdistanê ji sedî 17 ji wan pereyan ji xwe re bibe û j sedî 83 radestî Bexdayê bike, lê Tahir tekez kir ku tu pereyan nadin Bexdayê û wiha axifî: “Pere dê bên Herêma Kurdistanê û niha pişka Iraqê nayê dayîn ji ber ku Bexdayê ji sedî 17’ê pişka Kurdistanê ji budceya Iraqê biriye, lewma tiştekî nelojîkî ye ku em pereyên petrolê bidin wan.”

Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Komîteya Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê Dişad Şaban ji BasNewsê re got ku li gor yasaya hejmar 5 a mafên darayî ku di sala 2013’an de ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye pejirandin, tê de tê gotin ku eger Bexda û Hewlêr bi riya danûstandinan negihştin tu rêkeftinekê, wê demê mafê Kurdistanê ye ku her rêyekê bo xwe hilbijêre da ku pişka xwe ji budceyê bidest bixe.

Dilşad Şaban wiha axifî: “Di wê yasayê de tê gotin ku eger piştî 90 rojî ji danûstandinan ti encam nehat bidest xistin Herêma Kurdistanê azade çi rêyeke din bide pêşiya xwe dku mafên xwe bidest bixe.” Navbirî da zanîn ku niha Bexda pişka Herêma Kurdistanê ji budceya gitşî ya Iraqê qutkiriye lewma mafê wê nîne ku ji sedî 83 ji dahata petrola Kurdistanê werbigire û wiha berdewam kir: “Eger Bexda hemû budceya Kurdistanê neşîne, ew yek filis jî wernagire.”

Şaban da zanîn ku firotina petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve garantî ye ne ku pirsgirêk û her welatek bixwaze petrola Kurdistanê bikire dê pereyan têxe hisabê bankê yê Kurdistanê di Halk-Ban de û tenê Kurdistan dikare daûstandinan bi wan pereyan bike.

Di 22’ê Gulana borî de Herêma Kurdistanê bi fermî ragihand ku wê dest bi firotina petrol xwe ya li bendera Cîhan li Tirkiyê embarkirî, kiriye.

Wekîlê Wezareta Darayî ya hikûmeta Kurdistanê, Reşîd Tahir da zanîn ku tenê 3 kes hene dikarin wan pereyên data petrolê xerc bikin û got: “Tenê bi îmzeya cîgirê serokwezîr, Wezîrê Darayî û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî pereyên petrolê ji Tikriyê bo Herêma Kurdistanê tên şandin.”

Basnews
Top