• Saturday, 14 February 2026
logo

100 leşkerên Kurd di bin dorpêça DAÎŞê de ne

100 leşkerên Kurd di bin dorpêça DAÎŞê de ne
Zêdetirî 100 leşkerên Kurd ên di nav artêşa Iraqê de li avahiya operasyonên taybet li bajarê Tikrîtê (navenda parêzgeha Selahedînê) ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatine dorpêçkirin.

Leşkerekî ji wan di rêya telefonê re ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “ew zêdetirî 100 Kurdên ser bi Garda Niştimanî ya Iraqê ne û li avahiya operasyonên taybet ên Tikrîtê ji aliyê DAÎŞê ve hatine dorpêçkirin, herwiha rê derketinê jî li wan hatiye girtin”.

Bi gotina wî leşkerê Kurd, “DAÎŞ moleta 2 saetan daye wan ku eger avahiyê vala nekirin, ew dê êrîş wan bikin”.

Leşkerê Kurd diyar kir ku ew niha nizanin çi bikin û rêya derketinê jî li ber wan girtiye.

Rudaw
Top