• Saturday, 14 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge derbasî nav bajarokê Dûzxurmatû bûn

Hêzên Pêşmerge derbasî nav bajarokê Dûzxurmatû bûn
Hat zanîn, hêzên Pêşmerge ji bona parastina xelkê li hember êrişên çekdarên DAIŞê derbasî nav bajarokê Dûzxurmatû yê girêdayî parêzgeha Tikrîtê ya Iraqê bûne.

Qaymeqamê Dûzxurmatû Şelal Ebdul, ji Rûdawê re got, du tabûr ji hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê derbasî nav bajarokê Dûzxurmatû bûn û li nav bajêr de belav bûne.

Şelal Ebdul, diyar kir ku maseyeke kirîzê ya hevbeş ji bona şopandin û birêvebirina rewşê hatiye pêkanîn û da zanîn, turkmanên wê deverê jî li ser hatina hêzên Pêşmerge rizamendî nîşan dane.

Qaymeqamê Dûzxurmatî eşkere kir ku dê hinek hêzên din ên Pêşmerge jî sibê bigihîjin Dûzxurmatûyê.


Dûzxurmatû dikeve navbera Kerkûk û Xaneqînê.

Li gorî agahiyên Şelal Ebdul, şer û pevçûn li devera Silêman Begê ya li ser rêya Dûzxurmatû û Kerkûkê di navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê de didome.

Ebdul, ti agahiyek li ser kuştî û birîndaran neda.

Rudaw
Top