• Saturday, 14 February 2026
logo

‘Çênabe Kurd biçin nav Mûsilê û şerê DAİŞ’ê bikin’

‘Çênabe Kurd biçin nav Mûsilê û şerê DAİŞ’ê bikin’
Pisporekî warê ewlekariyê dibêje ku çêbane serkirdayetiya Kurd xeletiyeke wiha bike, hêzê bişînin nav Mûsilê û şerê DAİŞ’ê bikin, lê tenê divê di rewşa berevaniyê de bin.

Derbarê rewşa Mûsilê de, pisporê warê ewlekariyê Goran Gilî li ser rûpela xwe ya tora civakî Facebookê wiha nivîsiye: ‘’Hinek dixwazin Pêşmerge biçin û li nav Mûsilê şerê DAİŞ’ê bikin, ez vî karî wek xeletiyeke gelekî mezin dibînim û eger serkirdayetiya Kurdistanê vê biryarê bide, divê em di opozîsyona berevaniya Kurdistanê de bin, ji ber serokwezîr û fermandeyê hêzên çekdar ên İraqê hîç wextekî îtîraf bi pêşmergeyan nekiriye, herwiha hîç pêdiviyên leşkerî jî nedane wan, lê meaşê xelkê Kurdistanê qutkiriye. Loma ku Malikî bi xwe fermandeyê hêzên çekdar e, ew ji parastin û asayîşa welêt berpirs e.’‘

Goran Gilî wiha dibêje: ‘’Dibe ku Malikî bixwaze hêzên Pêşmerge bixe nav şerê DAİŞ’ê û di encam de dikeve berjewendiya wî, ji ber di rewşeke wiha de Kurd, Sunne û DAİŞ’ê berdide heve û ew bi xwe jî temaşe dike.’‘

Basnews
Top